Êlihî xwe ji bo pêşwazîkirina meşvanên ji Colemêrgê tên, amade ne

“Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” ya HDP’yîyan ku ev 2 rojin despê kirî tevî hemû zehmetiyan dewam dike.

Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Êlihê ji bo pêşwazîkirina meşvanên ji Colemêrgê amadekariyê pêşwaziyê dikin.

HDP’iyên duh ji Colemêrg û Edîrneyê dest bi “Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê” kirin, ligel hemû astengî û zextan jî, meşa xwe dewam dikin.

Milê meşa Colemêrgê ya ku wê li Enqerê bi dawî bibe, li bendêye ku sibe bigihêje Êlihê.

Hevseroka Bajêr Fatma Ablay, diyar kir ku ewê bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a HDP’ê meşvanan pêşwazî bikin û got:

Heta derketina ji bajêr em ê bi meşvanan re tevbigerin û tevlî konvoya wan bibin.

Emê bi vî awayî wan bişînin Amedê.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di çarçoveya Meşa Demokrasiyê de serdana Baroya Wanê kir.

Sancar, anî ziman ku îqtîdar xwedî hişmendiyek darbekar e û wiha got:

“Ev daraza heyî ne daraz e. “

Back to top button