31 kesên din nexweş ketin û kesekî din jiyana xwe ji dest da û yek jî baş bûye

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 31 kesên din bi nexweşiya Coronayê ketin û kesekî din jî jiyana xwe ji dest da.

Desteya Tenduristiyê bîlançoya rewşên nû yên Coronayê ragihand û diyar kir ku 31 kesên din nexweş ketine.

Ji wan:

14 li Qamişlo,

7 li Hesekê,

3 li Dêrikê,

3 li Tirpesbî,

2 li Rimêlan,

1 li Girkê Legê,

û 1 jî li Dêra Zorê ne.

Desteyê eşkere kir ku, kesê jiyana xwe jidestdayî, ji bajarê Dêrikê û temenê wî 58 salî ye..

Desteya Tenduristiyê her wiha anî ziman ku kesekî din ji vîrûsê baş bûye.

Li gorî vê bîlançoya dawî, jimara kesên bi vîrûsê ketine bû 425, ji wan 75 kes baş bûne, 27 kesan jî jiyana xwe ji dest daye..

Back to top button