Li Îranê di êrişên rejimê de nêzî 60 kesî jiyana xwe ji dest dane

Çalakiyên gel yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya li dijî kuştina Jîna Emînî tevî zext û êrişên rejîma Îranê jî bê navber didome. Gel bi pêşengiya jinan bi dûrûşmeya “Jin, jiyan, azadî” li qadanin. Tê gotin ser hildanên gel li 146 bajar û navçeyan dewam dikin. Hat ragihandin heta niha di êrişên hêzên rêjimê de nêzî 60 kesî jiyana xwe ji dest dane, bi sedan birîndar hene û 8 hezar kes hatine binçavkirin.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ên dijî kuştina bi pêşengiya jinan bi dûrûşmeya “Jina jiyan azadî” bê navber dewam dike.

Hat ragihandin li 146 bajar û navçeyan serhildan didomin û herî kêm 8 hezar kes hatine binçavkirin.

Hêzên rejîma Îranê jî li dijî gel zext û êrişên xwe zêdetir kiriye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir di êrişan de ku herî kêm 57 çalakvanan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha hate ragihandin ku rejîma Îran li ser gelek bajaran xetên înternetê û telefonên malan qut kiriye.

Gelên Şino yê bi dûrûşmeya “Şehîd namirin” li qadan bûn.

Back to top button