Eniya piştgiriya Rojavayê Kurdistanê: Rê li êrişên Tirkiyê bigrin

Eniya Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ku ji kom, partî û rêxistinên Başûrê Kurdistan pêktê, bi daxuyaniyekê bi boneya 10. salvegera Şoreşa Rojava xwest rê li êrişên dewleta Tirk bên girtin.

Daxuyanî li kolana Emnesureke ya li Silêmaniyê ji aliyê endamê eniyê, Bextiyar Mistefa ve hate xwendin ..

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelek qonax derbas kirin, dîrokek ji bo parastina tevahiya mirovahiyê û rizgarkirina bi hezaran mirovan ji destê çeteyên DAIŞ’ê nivîsî.

Em piştgiriyê didin banga 33 partiyên Rojavayê Kurdistanê ya ji bo girtina asîmanê Rojavayê Kurdistanê ji balafiran re.”

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de di sêrî de Amerîka û Rûsiya, bang li hemû sazî û rêxistinên navdewletî, erebî û kurdistanî hat kirin ku rê li êrişên dewleta Tirk bigrin.

Back to top button