Wezîrê Dadê yê Iraqê: Kes nikare taxa Newroz vale bike

Hewldanên ji bo valekirina taxa Newroz ya Kerkûkê ji Kurdan dewam dikin.
Derbarê mijarê, Wezîrê Dadê yê Iraqê got; “Kes nikare wê taxê vale bike.”
Li dijî vê hewldana valakirina taxê, hate ragihandin wê doz were vekirin.

Artêşa Iraqê 6 rojin ketiye nav taxa Newroz a Kerkûkê û dixwaze xelk malên xwe vale bikin.

Artêş dixwaze di malên Kurdan de malbatên Erebên biyaniyê bajêr bicih bikin.

Hê jî leşkeran malên li taxê yên dagirkirî vala nekiriye.

Derbarê mijarê Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî daxuyaniyek belav kir.

Şiwanî got;

“Ne taxa Newroz tê valekirin, ne jî kes dikare wê taxê vale bike.

Ji bo pirsgirêka taxa Newroz, em bi serokkomarê Iraqê re civiyan e.”

Li dijî binpêkirin û destwerdanên li taxa Newroz wê doz were vekirin

Li dijî vê hewldana valakirina taxê ji Kurdan hate ragihandin wê doz were vekirin.

Serokê Desteya Giştî ya herêmên Kurdistaniyan yên derveyi Herêma Başûr Fehmî Burhan daxuyaniyek çapemeniyê da.

Fehmî Burhan da zanîn derbarê binpêkirin û pirsgirêkên li taxa Newroz giliya yasayî were kirin û got:

“Divê mijara destwerdanê ya artêşê ya li Kerkûkê ji holê bê rakirin.

Fehmî Burhan dawiyê diyar kir ku ji bo Kurdên li taxa Newroz çi ji destê wan bê, dê bikin.

Nûnerê serokomarê Iraqê bi şêniyên taxa Newroz re civiya

Back to top button