Amed Melazgirt: Bêyî NATO, hêza artêşa Tirk tine ye ku li hemberî gerîlla bisekine

Ji fermandarên HPG’ê Amed Melezgirt bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, weke encama têkçûna wê li hemberî berxwedana gerîlla binav kir.
Melazgirt got,
Bêyî desteka NATO, artêşa Tirk ne xwedî wê hêzêye ku li hemberî gerîlla bisekine.

Têkildarî tevgerên artêşa Tirk li herêmên Parastinê yên Medyayê, û berxwedana gerîla li dijî êrişan, ji fermandarên HPG’ê Amed Melezgirt bersiv da pirsên Ajansa ANF’ê..

Amed Melazgirt pêvajoya tevgera dagirkeriyê ku 23’ê Nîsanê destpêkir wiha nirxand:

Sala 2015’an artêşa Tirk hesab kiribû ku tevgera dagirkeriyê biser bixe.

Lewma tevahiya eyaleta Zagrosê ji hewayî û bejahî gelek êriş pêk hatin.

Yanî ev konsepta çokdanînê ya artêşa Tirk ji wê demê ve ye,

Wê demê hêza dewleta Tirk têrê nedikir ku li hemberî gerîla bisekine.

Piştî sala 2018’an artêşa Tirk teknîkên şer ên nû ji NATO’yê wergirt û 23’ê Nîsanê dest bi êrişên dagirkeriyê kir.

Di esas de artêşa Tirk wisa hesab dikir ku gerîla wê nikaribe li hemberî teknîka wan li ber xwe bide û wisa dest bi vê tevgerê kir.

Hêzên me bi îrade û berxwedaniyeke mezin ev tevgera dagirkeriya artêşa Tirk pêşwazî kirin.

Fermandarê gerîlla Amed Melazgirt diyar kir ku ji ber bersivdayîna tund a hêzên wan, artêşa Tirk ne gihişt armancên xwe û wiha dewam kir:

Gerîllayên me li dijî hêzên dagirker çalakiyên bi bandor pêk anîn. Li gelek deveran bi dehan kuştî dan û şikestin.

Bi taybet li deverên mîna Dola Konferansê, Girê Kartal û Werxelê.

Artêşa dagirker dît ku ew ê bi hêza leşker, çete û teknîka xwe gerîlla têk nebe, ji ber vê yekê çekên kîmyewî bikar anîn.

Ji hebûna artêşa Tirk a heyî, eşkere ye ku wê li hin deveran vê zivistanê şer bi dijwarî dewam bike.

Li ser xemsarî û bêdengiya li hemberî bikaranîna çekên kîmyeyî, Amed Melazgirt got;

Ji vir şûnde yek gerîlayekî Kurd û yek ciwanekî Kurd bi gaz û çekên kîmyewî yên artêşa Tirk şehîd bibe, wê hêzên cîhanî ji vê berpirsiyar bin.

Divê Kurd û dostên xwe li hemberî faşîzma AKP-MHP bikevin nava berxwedaneke çalak.

Back to top button