28 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Roj bi roj li Başûrê Kurdistanê zext û gefên PDK’ê li ser rojnamevan, azadîxwaz û welatiyan zêde dibin.
Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hat revandin ew 28 rojin agahî jê nayê girtin.
Li ser mijarê rojnamevanê Başûrê kurdistanê helwestên xwe nîşan dan û daxwaza berdana Silêman Ehmed kirin.

Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê.

Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 28 rojin agahî jê nayê girtin.

Derbarê mijarê de rojnamevan Hewar Mihemed ku di kampanyaya Çetir ya ji bo karê medyayê de kar dike, ji Rojnews re axivî.

Rojnamevan Hewar Mihemed balkêşa ser rewşa niha ya azadiya fikir, raman û revandina rojnamevan Silêman Ehmed kir û got;

“Di vê kabîneyê de, PDK bi rêya dezgeha Parastinê herî zêde dijî rojnamevanan binpêkirin kiriye.

Divê aliyên din, saziyên ragihandin û welatî jî li hemberî van binpêkirinan, bêdeng nemînin.”

Hewar Mihemed: PDK’ê kesên gendeliya wî nîşan dide digre

Hewar revandina rojnamevan Silêman Ehmed şermezar kir û got;

“Em ji vê siyaseta PDK’ê ku li ser Başûrê Kurdistanê ferz dike, nerazîne.

Rojnamevan dengê azad yê xelkê ne, li hemberî rûyê gendelkar radiwestin û rastiyê ji bo civakê eşkere dikin.

PDK çawa hemberî rojnamevanan binpêkirinê dike, hemberî welatiyan jî heman tişt dike.

Ji bo vê pêwîste xelk li hemberî vê xwedî helwest be.”

Hewar Mihemed: Revandina Silêman Ehmed encamê siyaseta PDK’ê ya li dijî gelê Kurd e

Hewar Mihemed di dewama axaftina xwe de bang li saziyên ragihandin, aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir û got;

“Divê rojnamevan, saziyên ragihandinê li ser vê mijarê xwedî helwestbin û xwedî li dengê azad derbikevin.

Revandina Silêman Ehmed dewama vê siyaseta PDK’ê ya li dijî gelê kurde.

Ev jî encama bêdengiya rêxistin û aliyên siyasî ye.

Ji ber ku herî zêde kiryarên bêdengkirinê, ji aliyê PDK’ê ve tên kirin.”

27 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button