Pêkhateyên Ermen: Divî dorpêç li dijî Artsax bi dawî bibe

Di 20’ê meha borî de Hikûmeta Ezerbîcanê dorpêçeke hişk li dijî komara Artsax ya ku piraniya wan Ermenîne ferz kiriye.
Pêkhateiyên Ermen ên li kantona Hesekê dorpêç şeremzar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku Ermeniyên li herêma Artsax rêzgar bikin û dorpêç li ser wan bi dawî bikin.

Bi dehan ji pêkhateyên Ermen ên li kantona Hesekê bi xwepêşandanekê dorpêça Ezerbîcanê li ser Artsaxê şermezar kirin.

Çalakî ji Baxçeyê Rêber Apo dest pê kir û li pêş avahiya Şaredariyê veguherî mêtingê.

Li vir, hevserokê Meclisa Civakî ya Ermen Imad Titiryan axivî û dorpêça hikûmeta Ezberîcanê bi piştgiriya dewleta Tirk şermezar kir.

Imad Titiryan bang li hêzên cîhanî kir ku destwerdanê bikin û dorpêça li dijî Artsaxê bi dawî bikin.

Her wiha hevserokê Meclisa Civakî ya Ermen Arîf Qisbiyan jî axivî û wiha got:

“Armanca dewleta tirk û hevalên wê ji van kirinên dijmirovî ew e ku qirkirina gelê Ermen dewam bikin.”

Back to top button