Sibe sersala Kurdî ye. Bi vê boneyê Komîteya Şilêr A Parastina Zarokan li Qamişloyê çalakiyek li darxist.
Çalakî li pêş navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo bi beşdariya bi dehan zarok destpê kir.
Di çalakiyê de zarokan govend girandin, stran û helbestên netewî û filklorî gotin û bi cilên xwe yên Kurdî li kolanên Qamişloyê giriyan.
Zarokan di gera xwe ya li nav kolanan sersala Kurdî li şêniyan pîroz kirin û hêviya rojên xweş ji her kesî re anîn ziman.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku sersala Kurdî dikeve piştî sersala Mîladî bi 12 rojan.