Mesrur Barzanî daxwaz ji Sudanî kir ku ‘Peymana li dijî Şengalê’ bi cih bîne

Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrur Barzanî di serdana xwe ya li Bexdayê de, daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî kir ku ‘Peymana Şengalê’ ya li dijî Êzidiyan pêk bîne.

Mesrur Barzanî duh bi şandeyekê serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir û li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî civiya.

Mesrur Barzanî di derbarê civînê de di rupela xwe ya Facebook’ê de wiha nivîsî:

“Yek ji mijarên ku hatîn guftugokirin ‘Peymana Şengalê’ bû.”

Hêjayî gotinê ye ku daxwaza Mesrur Barzanî di demek wiha de ye ku 3 salin xelkê Şengalê ‘Peymana Şengalê’ red dikin.

Di 9’ê Cotmeha sala 2020’an de PDK û Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî ‘Peymana Şengalê’ îmze kirin.

Peyman ew e ku rêveberî û hêza parastina Şengalê û Êzîdiyan ji holê bê rakirin e.

Back to top button