Li Binarê Qendîlê karanîna çekên kîmyawî hat şermezarkirin

Şêniyên Binarê Qendîlê li dijî karanîna çekên kîmyawî ku dewleta Tirk li dijî gerîla bikartîne nerazîbûn nîşan dan.

Li gundê Şerwêtî yê Binarê Qendîlê li dijî karanîna çekên kîmyewî çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de yek ji mezinên gundê Şerwêtî Şêx Mihemed Bestê axivî û got:

“Dewleta Tirk a dagirker piştî li beramberî berxwedaniya gel û gerîla biserneket, çekên qedexekirî û kîmyawî bikartîne.

Dewletên cîhanê jî li beramberî van kiryarên hovane yên dewleta Tirk bêdengin.”

Di dawiyê de Mihemed Bestê daxwaz ji gelê Kurd û aliyên siyasî kir ku li beramberî karanîna çekên kîmyewî bêdeng nebin û helwestê nîşan bidin.

Back to top button