Artêşa Tirk a dagirker îro careke din gundên Şehba û Zirganê topbaran kirin.
Beriya seetekê dewleta Tirk gundê El-Bûbê yê gundewarê Zirganê topbaran kirin.
Beriya wê jî bi demekê gundên Ehres û Til Qirah ên Şehbayê topbaran kirin.
Vê sibehê jî herêma di navbera gundê Ehres û Um Hoş ên Şehbayê de bi çekên giran hatin topbarankirin.
Rojane herêm ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê armancgirtin.
Di encamê de sivîl dibin qurban û ziyaneke mezin li derdorê dibe.