Dewleta Tirk a dagirker 13 leşker û polîsên xwe yên dîl kuşt

Artêşa Tirk li Garê polîs, leşker û endamên MÎT’ê yên dîlgirtî bi bombebaranê kuşt. Lê dewleta Tirk xwest vê rastiyê berevajî bike û esker û polîstên kuştî mîna sivîl nîşan bide. Vê yekê jî gotina Serokê demekê yê meclîsê Mihemed Alî Şahîn anî bîra mirovan. Şahîn ji bo dîlgirtiyên şer gotibû, “Xwezî miribûna”.

Gerîla bi berxwedaniyeke bêhempa êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Garê şikand, têkçûyîna dûyemîn ya Zapê bi wan dan jiyîn.

Ji ber vê têkçûnê Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar 14’ê Sibatê di saet 1’ê şevê de derket pêşberî qemereyan ragihand ku wan êrîşa li ser qarê rawestandine û hêzên wan vegeriyane baregehên xwe.

Akar ji bo têkçûna xwe binixumînin, jî dest bi berovajîkirina rastiyan kir.

Akar bêyî ku nav û payeyên leşker, polîs û endamên MÎT’ê yên dîlgirtî bilêv bike, wiha got, “Cenazeyên 13 welatiyên me yên sivîl hatin dîtin.

Akar îdia kir ku PKK’ê 13 dîlên şer kuştiye.

Lê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parasstina Gel NPG’ê diyar kir ku ew 13 dîlên şer di bombebarana Tirkiyê de hatine kuştin.

Nêzîkatiya PKK’ê ya li leşker, polîs û wezîfedarên dewletê yên dîlgirtî tê zanîn.

Li gorî daneyên Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di navbera salên 1990 û 2012’an de di 110 çalakiyên cuda de 67 polîs, 32 cerdevan, 145 karmendên dewletê, 15 siyasetmedar, 38 geştyar, 2 rojnamevan û 36 sivîl bi giştî 335 kes hatin girtin.

Lê belê bi navbeynkariya Meclîsê, saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û saziyên civakî PKK’ê di wan salên navborî de dîlên şer berdan.

Nêzîkatiya PKK’ê ya li leşker, polîs û wezîfedarên dewletê yên dîlgirtî bi vî rengî bû.

Lê belê nêzîkatiya dewleta Tirk timî cuda bû. Di 22’ê Cotmeha 2007’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê 8 leşkerên di çalakiya Oremarê de dîl hatin girtin di 4’ê Mijdarê de radestî heyetek ji siyasetmedar û saziyên civakî yên sivîl hatin kirin.

Leşkerên ku hatin berdan ketin ber lêpirsînê. Serokê wê demê yê meclîsê Mihemed Elî Şahîn ji bo leşkeran gotibû, “Xwezî miribûna lê dîl neketibûna dest.”

Ji ber vê hişmendiyê, dewleta tirk li şûna diyalogê, riya şer hilbijart û 13 leşkerên xwe di êrîşa dagirkeriyê ya li ser Garê de kuşt.

Back to top button