Menekşe Kizildere: Divê sûcên şer di qada navnetewî de bên cezakirin

Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kizil-dere derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de diyar kir divê rêxistinên hawîrdorparêz li hemberî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê bê deng nemînin.
Menekşe got, divê sûcên şer di qada navneteweyî de bên cezakirin.

Neteweyên Yekbûyî (NY), ji sala 2001’an ve 6’ê Mijdarê wek “Roja Pêşîgirtina li Destdirêjiya li ser Hawîrdorê ya di Şer û Pevçûnên Çekdarî de” pejirandin.

HPG’ê diyar kiribû ku di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de ku li dijî herêmên parastina Medya dike, heta niha zêdetirî 323 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kizildere da xuyakirin ku şer yek ji faktorên herî qirêjker ên cîhan û hawîrdorê ye û got:

Şer û kiryarên zalimane yên di van şeran de, bûn sedema kuştina mirovan û gelek zîndeweran.

Rêbaza şer bi salan e li hemberî her kesî bi rengekî ku zirarê dide xwezayê, tê bikaranîn.

Menekşe diyar kir ku çavdêriya biryarên NY’yê li Rojhilata Navîn nayê kirin û wiha anî ziman:

Hêzên serdest û emperyalîst ji bo parastina hegemonya xwe biyarên NY binpê dikin.

Yên ku li hemberî wan radibin jî dibin hedefa êrişên dagirkeran.

Menekşe Kizildere: Divê rêxistinên hawîrdorparêz li hemberî êrişên li ser Başûr bê deng nemînin

Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kizildere bang li rêxistinên hawîrdorparêz kirin ku li hemberî êrişan xwedî helwest bin û got;

“Sedemên van êrişên kîmyawî divê bên aşkerakirin û bê zanîn ka kîjan hêza hegemon an jî hêza emperyalîst vê yekê dike û divê li hemberî wan bertek hebin.”

Back to top button