Xelatên şehîd Mezlûm Bagok li Qamişlo hatin dayîn

Bi boneya salvegera 124’an a Roja Rojnamegeriya Kurdî Yekitiya Ragihandina Azad li hola Efrînê ya li Qamişlo şahiyek li dar xist û tê de xelata Şehîd Mezlûm Bagok li rojnamegerên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kir.

Di şahiyê de bi dehan rojnameger, rojnamegerên QSD’ê, YPJ û YPG û endamên Yekitiya Ragihandina Azad beşdar bûn.

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad Bangîn Seydo di şahiyê de axivî û got :

“Di demekê de ku herêmê rûbirûyî êrişan e, divê xebata rojnamegeriya Kurd ji her demê zêdetir xebatê bimeşîne.”

Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif û Bangîn Seydo xelat belav kirin.

XeLat li van rojnamgeran hatin belavkirin;

xelata fotogarafî ji wênekêş û nûçegihan Rodî Tehlo re.

xelata rapora nivîskî bi zimanê erebî ji Selnar Mihemed re.

xelata rapora bi dîmen ji Cîhad Derwîş re.

xelata pêşkêşvaniyê ji Îsa Şêxo re.

nûçegihanê ANHA Basil Reşîd jî xelata wêrekiyê girt.

Endamê Saziya Zimanê Kurdî Ferdî Xelîl hatin xelatkirin.

Back to top button