Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 151 kesên din bi Corona ketin, 11 kes jî mirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku li herêmê 11 kesên din ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteyê, Ciwan Mistefa da zanîn ku 153 kes jî bi vîrûsê ketin.

Ciwan Mistefa diyar kir ku 17 kesên ku berê bi Coronayê ketibûn, baş bûne.

Heta niha li herêmê 15 hezar û 329 kes bi Corona ketine, ji wan 530 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 555 kes baş bûne.

Back to top button