Operasyona ”Mirovî û Ewlehiyê” Hêzên Asayîşê doh 5 çeteyên din girtin

Îro operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ di roja 5’an de ye.
Vê sibehê çend kesên ku guman li ser wan hebû hatin girtin.
Doh jî Asayîşê 5 çete girtin.

​​​​​​​5 rojin Asayîş di nava tevgerê de ne.

Ev dîmen yên roja 5’an ji operasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ ye.

Operasyonê îro li beşê duyemîn ê taybet bi penaberên îraqî dest pê kir.

Di lêgerînê de gelek belge û pereyên DAIŞ’ê ku di bin konan de hatibûn binaxkirin, hatin dîtin.

Gelek telefon, xetên telefonê yên Iraqî û kompîtur ku bi heman awayî hatibûn veşartin, hatin dîtin.

Çend kesên bi guman jî ji aliyê Hêzên Asayîşê ve hatin girtin û ketin lêpirsînê.

Li ser xebatên doh yên operasyonê Asayîşê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

”Hêzên me di roja 4’an de 5 DAIŞ’î û 7 kesên ku guman li ser wan hene girtin.

Her wiha 37 konên ku çeteyan weke cihê perwerdê bi kar tanîn hatin rûxandin.

Di heman demê de ew kon dadgehên çeteyan bûn ku êşkence û kuştin lê dihat kirin.”

Back to top button