Cenazeyê Sûheyl Xurşîd Ezîz bi merasimeke girseyî hat veşartin

Cenazeyê Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Sûheyl Xurşîd Ezîz ku doh di encama êrişek çekdarî de şehîd bû, bi merasîmek girseyî li bajaroka Kifrî ya Germiyanê hat veşartin.

Merasîm doh saetên êvarê li navçeya Kifrî pêk hat.

Bi sedan kes di merasîmê de amade bûn.

Cenazeyê Mamosta Şemal piştî pêkanîna karûbarên olî, bi amadebûna malbat, endamên Tevgera Azadî û hezaran xelkê Kifrî li Goristana Kifrî hat veşartin.

Kuştina Mamoste Şemal li navçeya Ranya hate şermezarkirin

Li navçeya Ranyayê jî dijî kuştina Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî Sûheyl Xûrşîd Ezîz çalakiyek nerazîbûnê hat li darxistin.

Di çalakiyê de Endamê Encûmena Tevgera Azadî Seyîd Xalid axivî û got:

“Destê faşîzma Tirk bi hevkariya xayînên navxwe vê kuştinê de heye.”

Seyîd Xalid da zanîn bêdengiya li beramberî xiyanet û terora ku li Başûrê Kurdistanê tê kirin, dibe sedem destê terorê bigihe ber deriyê mala hemû kesên azadîxwaz.

Her wiha daxwaz ji tevayî welatiyan, nivîskar, rewşenbîr û azadîxwazan kir êdî bêdeng nemînin û li dijî qetilkirina azadîxwazan helwestek cidî nîşandin.

Back to top button