Li Almanya û Zurîhê komkujiya Parîsê hat şermezarkirin

Li Ewropayê û li Bakurê Kurdistanê her 3 jinên têkoşer bi çalakiyan hatin bibîranîn. Di çalakiyan de bang li Fransayê hate kirin ku nebe hevkarê sûc û berpirsên komkujiyê darizînin. Hat gotin ku wê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin.

9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez bi komkujiyekê hatin şehdîxistin.

Ji bo bîranîna 3 jinên têkoşer û şemezarkirina komkujiyê, li Ewropa û Bakurê Kurdistanê pêk hatin.

Bi banga Meclisa jinan a Ronahî, jinan li Bahnhofplatzê hatin gelhev û li navenda bajêr çalakiyek bêdeng lidar xistin.

Her sê jinên têkoşer li bajarên Salzgîtter û Lebenstedtê ên Elmanyayê hatin bibîranîn.

Ji bo tevlîbûna meşa 9’ê Çileyê ya bi pêşengîtiya Tevgera Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) ku ji bo darizandina berpirsên komkujiya Parîsê wê were lidarxistin bang hate kirin.

Her sê jinên têkoşer li bakurê Kurdistanê hatin bibîranîn

Jinên Wanê li ser têkoşîna 6 siyasetmedarên jin ên li Parîs û Silopiyê hatin şehîdxistin axivîn û gotin:

“Dewletên serdest di serî de jinê hedef digirin û dixwazin rê li ber têkoşîna jinan bigirin. Lê divê bizanin berxwedana 6 têkoşeran ji bo me nexşerê ye.”

Her wiha Parlamentera HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman ku Komkujiya Parîsê tê nixumandin û dibêje:

Komkujiya Parîsê komkujiyeke navneteweyî ye.

Sal jî di ser re derbas bibin jinên Kurd wê vê têkoşîna xwe nesekinînin.

Ruh û xeta berxwedanê bi heman biryardariyê dewam dike.

Back to top button