Dewleta Tirk gundê rojavayê Girê Spî, topbaran kirin

Êrîş û tevgera dewleta Tirk a dagirker li seranserê herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê, dewam dike. Dewleta Tirk gundên Girê Spî û derdora baregeha Rûsyayê ya li Til Temirê bombebaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro careke din gundên Erîda û Xirbit Baqar ên rojavayî Girê Spî topbaran kirin. Derbarê encaman de ti agahî nehatin bi destxistin.

Dagirkeraqn li Til Temirê, derdora baregeha hêzên Rûs bomebebaran kir

Ji aliyekî din ve, balafireke bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker derdora baregeha Rûsyayê ya li navçeya Til Temirê, bommbebaran kir.

Di encamê de gelek welatiyên li nêzî baregehê bûn, birîndar bûn.

Droneke dewleta Tirk li ser Qamişlo geriya

Her wiha li Qamişlo jî di saetên piştî nîvro de, droneke dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Xalid Gilo yê nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê geriya.

Back to top button