Selah El-Selman: PKK ji bo me hêviyek mezin e, nabe ku di lîsteyê de bimîne

Kampanya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê her diçe berfireh dibe. Rûspiyê êla El-Selman Selah El-Selman da zanîn ku PKK’ê di xeta yekemîn de li dijî DAIŞ’ê şerkiriye û nabe di lîsteya terorê de bimîne. Hunermendê ji Kobanê Mihemed Misî jî got: “PKK’ê ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevayî gelên bindest ên li Cîhanê têdikoşe.

Kampanya derxistina navê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ li seranserî Cîhanê bi piştgiriyeke mezin dewam dike.

Derbarê mijarê de rûspiyê Êla El-Selman û Berdevkê Meclisa Êlên El-Bûkemal, Selah El-Selman axivî û da zanîn PKK’ê li rex hêzên QSD’ê li dijî DAIŞ’ê şerkiriye.

Selah El-Selman diyar kir armanc ji xistina navê PKK’ê di “lîsteya terorê” di serî de dewleta Tirk, ji bo razîkirina wan welatan e ku dixwazin nasnameya gelên azadîxwaz tune bikin.

El-Selman got: “Baweriya me bi vê partiyê heye ji ber ku ew weke xeta yekemîn a parastina axa Sûrî ji terorê beşdarî şerê li dijî DAIŞ’ê bû.”

Selah El-Selman di dawiyê de bang li tevahî welatan kir ku ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” hewldanan bikin û wiha got: “PKK’ê nûnertiya vîna me dike û ji bo herêmê hêviyeke mezin e.”

Mihemed Misî: Divê her kes ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyê têbikoşe

Hevpeyvın lı ser derxıstına pkk jı lısteya terore Heme Kobane 2022-2-16

Her wiha endamê Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê Mihemed Ebdo Misî jî derbarê mijarê de axivî.

Mihemed Ebdo Misî diyar kir dema ku PKK’ê ne tenê ji bo gelê Kurd, lê belê ji bo tevayî gelê Rojhilata Navîn û ji bo gelên bindest ên li Cîhanê têkoşînê dike.

Mihemed Misî da zanîn ku PKK’ê tevgereke hemû netewan di nava xwe de hembêz dike û parastina mafên xwe yên rawe dike .

Misî berxwedana rêber Apo ya li Îmraliyê bi bîr xist û wiha anî ziman:

“Rêber Apo li Îmraliyê girtiyê, lê kes nikare roja me tarî bike, kes nikare evîna me bêhêvî bike, gelê Kurd wê ji doza xwe venegere.”

Mihemed Misî da xuyakirin ku erkekî mirovî û exlaqî li ser milê her kesî ye ku ji bo azadiya rêber Apo û derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê tevbigere.

Back to top button