10 partiyên siyasî yên Başûr daxwaza azadiya Rêber Apo kirin

Li başûr û bakurê Kurdistanê jî şahî hatin lidarxistin û dar hatin çandin. 10 partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaza azadiya Rêber Ocalan kirin.

Li navenda Hizba Zehmetkêşan Kurdistan ya li Silêmaniyê 10 partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê, bi daxuyaniyek hevbeş daxwaza azadiya Rêber Ocalan kirin.

Destpêkê Endamê Komîteya Azadî ji bo Ocalan ya Başûrê Kurdistanê, Şoreş Xidir axivî û diyar kir wan daxwaznameyek derbarê azadiya Rêber Ocalan de, pêşkêşî aliyên siyasî kirin.

Paşê endamê hizba Zehmetkêşan a Kurdistan Ehmed Xidir daxuyaniya hevbeş ya 10 aliyên siyasî xwend.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser tecrîda li Îmraliyê wiha hat gotin,

Azadiya Rêber Ocalan, wê pirsa Kurd çareser bike û aştî û aramiyê bîne herêmê. Pêwîste gelê başûr, hemû aliyên siyasî ji bo azadiya fizikî ya Ocalan bikevin nava hewldanan.

Li Mexmûrê mihrîcana çand û werzîşê ya 4’ê Nîsanê dewam dike

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 14. Mihrîcana Çand û Werzîşê, ku bi boneya Rojbûna Rêber Apo hatî destpêkirin îro jî bi pêşbirkên werzişî yê xwendevanan dewam kir.

Mihrîcan îro bi tevlîbûna hemû xwendevan û şêniyên wargehê li beramberî parka Şehîd Aryen destpêkir.

Di çalakiyên îro de pêşbirkên beza 100 metre, 400 metre, stêrka ciwan û maratonên di navbera dibîstanên Seretayî, Navîn û Amadeyî pêkhatin.

Ji bo ciwanên Şengalê semînerek li ser 4’ê Nîsanê hat dayîn

Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Ocalan li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan semînerek lidar xistin.

Yek ji rêveberên TAJÊ’ê Suham Şengalî di semînerê de axivî.

Suham Şengalî diyar kir ku Rêber Ocalan di nava civaka Êzidî de guhertinên mezin çêkir, gel fêrî berxwedan û têkoşînê kir.

Xemgîn Şengalî jî li ser bandora fikrê Rêber Ocalan a li ser civak û ciwanên Êzidî axivî.

Herî dawî sînevîzyonek li ser jiyana Rêber Ocalan hate nîşandan.

TJA’ê ji bo çuyîna amarayê ku Rêber Apo lê hatiye dinê bang kir

Çalakvana Tevgera Jinên Azad a bakurê Kurdisanê Şukran Şen ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Ocalan bang li her kesî kir ku berê xwe bidin Amarayê û got:

“Di 4’ê Nîsanê de qedera gelê kurd û jinan guherî.”

Jinan li Bakûrê Kurdistanê şitlên daran çandin

Jinan, bi munasebeta roja rojbûna Rêber Ocalan, li gelek bajaran şitil danîn. Di dema şitildanînê de jinan dîsa xwestin ku Ocalan azad bibe.

Back to top button