DYA û Rûsya têkildarî civîna Biden û Putin daxuyaniyek hevbeş weşadin

Serokê DYA Biden û Serokdewletê Rûsya Putin.
Di têkliyên DYA-Rûsyade serdemek nû…
Aliyan pişti civînê daxuyani.
Baş derbas bû.
Koşka Spî û Kremlin daxuyaniyek hevbeş.

Di nava bendewariyek zêde de, Serokê DYA Joe Biden û Serokdewletê Rûsya Viladimir Putin li avahiya Parc de La Grange ya Cenevê civiyan.

Balkêşe ku lîderên herdû welatan di Mijdara 1985’an de jî li heman cihî civiya bûn.

Hevdîtina rubiru ya navbera aliyan weke gaveke dîrokî tê binavkirin.

Di danûstaninên DYA û Rûsya de serdemek nû

Di daxuyaniya ku ji aliyê Koşka Spî û Kremlinê ve hatî weşandin de hate gotin;

Em, wekî Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê DYA Joe Biden, teqezî li ser xalên li jêr dikin.

“Rûsya û DYA diyar dikin ku di demên tengasiyê de jî, ew dikarin di pêkanîna armancên xweyên hevpar de ji bo misogerkirina pêşbîniya stratejîk û kêmkirina metirsiya gefa şerê çekdarî û şerê nukleerî gavên ber bi pêşve bi avêjin.”

Di demeke ku tevahî cihan ji şerê nukleerî yê DYA-Rûsî bi fikar e, di daxuyaniya hatî weşandin de hate gotin, wê ti alî ji şereke bivî awayî sudê nebîne.

Girêdana me ya bi Peymana Kêmkirina Çekên Sitratejîk yên Êrişê (START-3) û dirêjkirina wê re vê yekê nîşan dide.

Aliyan ji bo şerekî nukleerî pêk neyê jî teqezî li ser danûstandinan kirin.

Ji bo gihîştina van armancan, Rûsya û DYA wê di zûtirîn dem de diyaloga dualî ya berfireh a li ser aramiya stratejîk bidin destpêkirin, û diyalog dê baldar û bihêz be.

Alî bi vê yekê armanc dikin ku bingehek ji bo paşeroja kontrolkirina çek û tedbîrên sivikirina metirsiyê bi avêjin.

Back to top button