Li Bakur û Başûr 8’ê Adarê

Li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî çalakiyên 8’ê Adarê bi coşeke mezin dewam dikin.
Li Silêmaniyê îro bi şahiyekê 8’ê Adarê hat pîrozkirin.
Li bakur jî gelek çalakiyên cihê reng hatin lidarxistin.
Li Ewropa jî banga tevlîbûna çalakiyên 8’ê Adarê hatin kirin.

Rêxistinên Jinan yên li Başûrê Kurdistanê wê bi boneya 8’ê Adarê li gelek herêman çalakiyên cûr be cûr li darbixin.

Li Berdeqareman ya Silêmaniyê şahiya pîrozbahiya 8’ê Adarê hate lidarxistin.

Bi sedan jin û xelkê Silêmaniyê tevlî şahiyê bûn.

Li qada şahiyê standên pirtûkên serokatî, berhemên destan û gelek berhemên din hatin danîn

Piştre jî peyama hevpar a RJAK û Jinên Ciwan ên Têkoşer hate xwendin

RJAK’ê gul li jinên Binarê Qendîlê belavkirin

Her wiha li Binarê Qendîlê RJAK’ê bi boneya 8’ê Adarê gul li jinan belavkir.

Jinên Binarê Qendîlê 8’ê Adarê li tevayî jinên têkoşer pîroz kirin û banga xwedîderketina li Rêber Ocalan li jinan kirin.

Li navçeya Seyîdsadiq festîvala bihar û nêrgiz hat lidarxistin

Li navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê, Rêxistina Mala Xewnekan Festîvala Bihar û Nêrgizê lidarxist.

Di festîvalê de berhemên destê jinan hatin nîşandain.

Jinên Şengalê çûn serdana malbatên ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin

Li Şengalê di çarçoveya çalakiyan 8’ê Adarê de, endamên Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî serdana malbatên ku ji destê DAIŞ’ê hatî rizgarkirin kir.

Di serdanê de şitlên kulîlkan wek diyarî dan malbatan û li ser navê Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî rêveber Evîn Qasim axivî û 8’ê Adarê li jinan pîroz kir.

Ji bo mîtînga li navenda Wanê banga beşdariyê hat kirin

Meclîsa Jinan a HDP’ê û Endamên TJA’yê li navçeya Erdîşê bi wesîleya 8’ê Adarê li navçeyê hevdîtina jinan li dar xist.

Di civînê de bang li jinan hat kirin ku beşdarî Mitînga 8’ê Adarê ya li navenda Wanê bibin.

Her wiha Hevseroka Bajêr a Wanê ya HDP’ê Handan Karakoyûn jî bang li tevahiya jinan kir ku tevlî şahiya 8’ê Adarê bibin.

Li Amedê bernameya hevdîtina jinan hat lidarxistin

Navenda Jinwarê ya Şeraderiya Çinare a Amedê tekildarî 8’e Adarê li avahiya navendê bernameya hevdîtina jinan hat li dar xistin.

Di hevdîtinê kesên axivî bal kişandin ser girîngiya 8’ê Adarê û vê rojê li hemû jinan pîroz kirin.

Li Şirnexê ji jinên girtî re kart hatin şandin

Meclîsa Jinan a HDP’ê û Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) li Şirnex û navçeyên wê Hezex, Qileban, Elkê û Cizîrê di çarçoveya pîrozbahiya 8’ê Adarê de ji jinên girtî kart şandin.

TJK-E bernameya 8’ê Adarê eşkere kir

TJK-E’yê bernameya çalakiyê ya 8’ê Adarê ya tevahiya Ewropayê aşkere kir û banga tevlîbûna çalakiyên 8’ê Adarê kirin.

TJK-E got, 8’ê Adarê wê ji bo wan bibe yek ji wan rojan ku rêxistinî, xweparastin û têkoşîna hevpar geş bikin.

Jinên Kurd li fransayê çalakî ji bo 8’ê Adarê li dar xistin

TJK-F’yê jî di çarçoveya 8’ê Adarê de li Fransayê çalakî li dar xist.

Jinan ji bo taştê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîlleneûve hatin cem hev.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy jinan di panela bi mijara ‘Têkoşîna jinan û cînayetên jinê ya siyasî’ li hev civiyan.

Back to top button