Li girtîgeha Amedê girtiyan li dijî êşkence û binpêkirina mafan destbi greva birçîbûnê kirin.
Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê li dijî êşkence û binpêkirinên mafan zêde dibin.
Girtiyên siyastî yên li girtîgeha Amed ya Jimare 1li dijî binpêkirinên mafan ji bo 3 rojan îro dest bi greva birçîbûnê kirin.
Girtiyê bi navê Beran Eman ê 23 salî ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema qedexeya derketina derve ya di 14’ê Adara 2016’an de hat îlankirin de hat girtin û 35 sal û 10 meh ceza lê hat birîn, telefonî malbata xwe kir.
Eman diyar kir ku di demên dawî de êşkence pir zêde bûye û got;
“Gardiyan belesebeb ser qawîşên girtiyan de digrin gefan li wan dixwin û dibêjin “Hûn ê hêza dewletê bibînin.”
Eman bilêv kir ku ger êşkence bi dawî nebin dê greva xwe veguherînin greva bêdem.
Beran Eman bang li civak sivîl û huqûkir ku derbarê êşkence û binpêkirinên li dijî girtiyan tê kirin lêkolin bikin.