Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe duh dîsa bi çekên giran êrişî herêmê kirin.
Vê carî jî Gundên rojavayê bajarê Kobanê hatin topbarankirin.
Duh derengî şevê gundên Zor Mixar, Şiyûx a Jorîn û Mezreya Ehmed Munîr yên rojavayê Kobanê hatin topbarankirin.
Li hêleke din dagirkeran gundê Til Şeyîr û Werdiyê yên navçeya Zirgan û gundê Dirdara yên Til Temirê jî dan ber topan.
Beriya vê jî derdora baregeha Rûsya ya li Til Temirê, gundê Um El-Kêf , navenda kehrebe rastî êrişan hat.
Di seatên ber bi êvarê jî dewleta Tirk gundê Soxanekê û Aqîbe yê Şêrawaya Efrînê topbaran kir..
Tevî li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî garantorên pêşîgirtina li êrişan hene, lê heta niha tu helwest nîşan nedane.