Bi sponseriya saziyên civaka sivîl a Helebê îro Odeya Berhemdaran a Helebê konferansa xwe ya 3`yemîn bi dirûşma “Bi şoreşa pîşesaziyê em civakeke aborî û demokraîtk ava dikin”, li dar xst.
Bi sedan xwediyên saziyên pîşesazî yên hilberandina cil û bergan û kesên ku rol di aboriya li taxê de dilîzin, tevlî konferansê bûn.
Di konferansê de hevseroka TEV-DEM’ê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rûken Ehmed, endamê Meclisa Odaya Berhemdaran Farûq Ereb û Endama Koordînasyona TEV-DEM`ê Zelal Ceger axivî û îşaret bi girîngiya hewldanên civakê û derbaskirina astengiyan kirin û gotin: “Bersiva herî guncaw a li hember qirkirina li ser gel tê meşandin, berxwedan û yekitî ye.”
Piştre rapora salane ya odayê hat xwendin.
Di dawiya konferansê de, mecliseke nû ya Odaya Berhemdaran a taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê yên Helebê û Şehbayê ku ji 12 endaman pêk tê hat avakirin.


