Federasyona Birîndarên Şer a Şedadê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên liser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û desteka xwe ji QSD′ê re nîşan da.
Federasyona Birîndarên Şer a Şehdadê bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk li ser herêmê şermezar kirin.
Bi dehan ji endamên Federasyonê, şêniyên navçeyê û nûnerên partiyên siyasî û sivîl amed bûbûn.
Pişît ku çalakî veguherî mêtingê, endamê Federasyona Birîndarên Şer Laliş Êzidî axivî êrişên li ser herêmê şermezar kirin û wiha got:
“Me gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biryara şerê şoreşgerî û berxwedana azad daye û em ê şoreş û xaka xwe biparêzin.”
Di dawiyê de Laliş diyar kir ku wê gel li kêleka QSD’ê bersiva êrişan bidin.