Di sala 2022’yan de zêdetirî 19 hezar kes ji Herêma Kurdistanê berê xwe dane Ewrupayê, di rêde ji wan 29 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.
Serokê Komeleya Penaberên vedigerin ji Ewrupa Ebubekir Elî di daxuyaniyek çapemeniyê de ragihand ku di sala 2022’yan de ji Herêma Başûrê Kurdistanê 19 hezar û 200 kes ber bi Ewrupayê ve koç kirine.
Ebubekir da zanîn ku piraniya kesên berê xwe dana Ewrupayê ciwanin, ji vê hejmarê jî 200 kes xelkê Herêma Raperînê ne.
Her wiha Ebubekir di dewama axaftina xwe de ragihand ku di sala borî de 29 welatiyên berê xwe dabûn Ewrupayê di rê de jiyana xwe ji dest dan û ji vê hejmarê jî 7 kes xelkê Herêma Raperînê ne.



