Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema ku ji bo hemleya komkirina îmzeyan heta dawiya Sibatê dirêj kir.
Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 27’ê Çileyê de ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan dest bi hemleya berhevkirina îmzeyan kiribû.
Çaverêbû ku hemle di 15`ê Sibatê de bi dawî bibe ku zêdetirî 892 hezar kes tev lê bûn.
Lê ji ber ku xelkê herêmê bi berhevkirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdheja li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê rû da ye mijul in, însiyatîfê dema diyar a ji bo bidawîkirina hemleyê heta dawiya Sibatê dirêj kir.
Berdevka Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku yên dixwazin tevlî hemleyê bibin, dema bidawîkirina hemleyê heta dirêjkirin.