Di bin dirûşmeya “Bi çand û werzîşê em ê xebatên xwendinê, dîrokî bikin” 2’emîn mîhrîcana xwendekaran a Şehîd Hogir li bajarê Tebqayê hate lidarxistin.
Mîhrîcan li ber avahiya Yekîtiya Werzîşê ya li Tebqayê hate lidarxistin.
Gelek xwendekar û komên huner û muzîkê ji Tebqa, Reqa, Kobanê, Dêra Zorê û Şehbayê beşdarî mîhrîcanê bûn.
Di mîhrîcanê de dayika Şehîd Hogir axivî û lidarxistina mîhrîcanê li her kesî pîroz kir.
Piştre komên hunerê, şano, stran û helbest berhemên xwe pêşkêş kirin.
Her wiha pêşbirkên werzîşê yên mîna footboolê, şitrenc, rev û her wekî din di navber komên beşdar de pêk hatin.