Vê sibehê û piştî zêdebûna zehmetiyên şêniyên Hesekê ji bo peydakirina avê, bi dehên sîtêr û erebeyên agirkujê ji Qamişloyê bi rê ketin û hatin bi hawara Hesekê ve.
Komîteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo bi vê gavê rabûye, hinek barê peydakirina avê ji ser şêniyên Hesekê sivik bike.
Belavkirina avê ji aliyê şaredariyên bajêr ve tê birêxistinkirin
Hate ragihandin ku wê heftê 2 caran bi vê şêwazê av li gel bê belavkirin.
Şêniyên bajêr spasiya xelkên qamişlokirin.