Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch-HRW) daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku çarenûsa xwepêşanderên ku di xwepêşandanên Cotmeha 2019’an de hatine revandin eşkere bike.
Her sal gruba Tişrîniyan ji bo bîranîna kesên di xwepêşandanên meha Cotmehê ya sala 2019’an de jiyana xwe ji dest dane, xwepêşandan dikin.
Her wiha daxwaza cezakirina kujerên xwepêşanderan dikin.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) bi boneya salvegera xwepêşandanên Tişrîniyan daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de daxwaz ji hikûmeta Iraqê tê kirin ku çarenûsa çalakvanên ku di xwepêşandanên Cotmeha 2019’an de hatibûn revandin eşkere bike.
Di daxuyaniyê de tê eşkerekirin ku di nava xwepêşanderên hatîn revandin de parêzer Elî Casib û çalakvan Secad Mişarawî yên ku di navbera salên 2019-2020’an de hatine revandin hene û heta niha çarenûsa wan nediyare.
HRW’ê di daxuyaniya xwe de fikarên xwe ji ber paşguhxistina vê dosyê ji aliyê hikûmetê ve aniye ziman.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev daxwazname ji aliyê 12 rêxistinên navdewletî ve pêşkêşî Hikûmeta Iraqê hatiye kirin.



