Mihrîcana Wêje û Hunerê a Jinan ku ji aliyên Nivîsgeha Jinan ya Tebqayê hate lidarxistin, bi dawî bû.
Nivîsgeha Jina ya Komîteya Çand û Hunerê a Tebqayê mihrîcana Wêje û Huner a Jinan bi dirûşmeya ‘jina azad giyana jiyanê ye’ li dar xist.
Bi sedan jin beşdarî mihrîcanê bûn.
Di mihrîcanê de gelek kes aixîvin û hate gotin:
“Jin di şoreşa Rojava de li hemû qadên jiyanê bi erkên xwe rabûn û gelek destkeftî bidestxist. Ji îro pêde jî wê li dijî hemû êrişan vê erka xwe bi cih bînin.”
Piştî axaftinan, helbest û stran hatin gotin her wiha dîlan ji aliyê komên çandê de hatin gerandin.
Li ser berxwedana jinên li pêşberî kevineşopiyan şanoyek hate pêşandan.
Paşê jinên beşdar hatin xelatkirin.