Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Tebqayê di çarçoveya pêngava cîhanê ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çarseriya siyasî”de, meşek li dar xist û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.
Meş ji taxa yekemîn a bajêr dest pêkir.
Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê partî, tevgerên jinan û bi sedan kes beşdar bûn.
Meş li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya bajêr rawestiya û veguherî mitingê.
Di mitingê de, endama Rêveberiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Nûr El Hefnî got:
”Azadiya fîzîkî ya Rêber APO, dê bibe destpêka rizgarkirina gelan û bidawîbûna serdema zordestiyê û zulmê.”
Bi fikr û felsefeya Rêber APO şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinan dest pê kir, bi ser ket û veguherî bûyereke cîhanî .
Her wiha Meclisê di çalakiyê de, daxuyaniyek da û destnîşan kir ku têkoşîn û berxwedana wê li hember êrişên delweta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê û Rêber APO, berdewam e.



