”Erdogan rêbazên Osmaniyan ên guhertina demografîk dimeşîne.”
Bi vî sernavî Kovara Forieng Policy a emerîkî raporek weşand û diyar kir ku armanca planên Erdogan li Sûriyê vegerandina împratoriya Osmanî ye.
Di rapora kovarê de wiha tê gotin:
Planên Erdogan li Sûriyê parçeyek ji xwestekên wî yên bicihanîna nexşeya Împratoriya Osmanî ya kevin e.
Erdogan dixwaze derdora 2 milyon sûrî yên ku li Tirkiyê penaber in li herêma ewle bicih bike û bi vê yekê guhertineke demografîk li herêmê pêk bîne.
Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku Erdogan van planên xwe bi riya koçberkirina Kurdan û pêkanîna paqijiya etnîkî der heqê wan de pêk tîne.
Di rapora kovarê de hat diyarkirin ku ev planên Erdogan berdewamiya planên împratoriya Osmanî ne, ku bi koçberkirin û paqijiya etnîkî dihat naskirin.