Kovara Foreign Policy: Erdogan rêbazên Osmaniyan ên guhertina Demografîk li Sûriyê dimeşîne

”Erdogan rêbazên Osmaniyan ên guhertina demografîk dimeşîne.”
Bi vî sernavî Kovara Forieng Policy a emerîkî raporek weşand û diyar kir ku armanca planên Erdogan li Sûriyê vegerandina împratoriya Osmanî ye.

Di rapora kovarê de wiha tê gotin:

Planên Erdogan li Sûriyê parçeyek ji xwestekên wî yên bicihanîna nexşeya Împratoriya Osmanî ya kevin e.

Erdogan dixwaze derdora 2 milyon sûrî yên ku li Tirkiyê penaber in li herêma ewle bicih bike û bi vê yekê guhertineke demografîk li herêmê pêk bîne.

Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku Erdogan van planên xwe bi riya koçberkirina Kurdan û pêkanîna paqijiya etnîkî der heqê wan de pêk tîne.

Di rapora kovarê de hat diyarkirin ku ev planên Erdogan berdewamiya planên împratoriya Osmanî ne, ku bi koçberkirin û paqijiya etnîkî dihat naskirin.

 

Leave a Reply

Back to top button