QSD: 2 çete û leşker hatin kuştin

Belê dewleta tirk a dagirker bi hemû hêza xwe êrîş dike û agirbestê binpê dike.
Şervanên QSD’ê jî di çarçorveya parastina mafê xwe yê rawa de bersiva êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê dide.
QSD’ê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de careke din dewleta tirk, li herêmên Zirgan, Til Temir û Eyn îsayê agirbest binpê kiriye û bê serûber herêm topbaran kiriye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama şerê 24 saetên dawî ya êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên eşkere kir.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

Li Eniya Zirgan û Til Temriê artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî bi balafir şer û çeken giran êrîşê gundê Um Şiêfa û Rêhaniyê kirin.

Di encamê bersivdayîna şervanên QSD’ê li van gûndan de şer qewimî.

Lê têkildarî kuştî û birîndarên dagirkeriyê agahiyên zelal ne hatin bidestixstin.

Li Eniya Eyn Îsa jî li derdora rêya M4 a navnetewî, li gundên Tirwaziyê û Ebû Sîra artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çeken giran û balafirên şer êrîşek berfireh pêk anîn.

Di encama bersivdayîna şervanên QSD’ê de şer derket.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku di 24 saetên dawiyê de, di çarçoveya parastina mafê rawa de wan bersiva dagirkeriyê dane û 2 çete û leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.

QSD’ê dazanîn ku di encama van êrîşan de şervanek QSD’ê şehîd û 9 jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button