Çeteyên DAIŞ’ê li bejahiya Reqayê ya di bin serweriya hikumeta Şamê de êrişî sivîlan kir.
Di encama êrişê de 2 kes hatin kuştin, 5 kes jî hatin revandin.
Rêxistina çavderiya mafê mirovan a Sûriyê têkildarî mijarê ev agahî parvekir:
“Çeteyên DAIŞ’ê li bejahiya Huma ya gundewarê rojhilatê Reqayê ku di bin serweriya hikumeta Şamê de çarek din êrişî komkarên dombelana kir.
Di encama êrişê de çeteyan 2 kes kuştin û 5 kesên din jî revandin.”
Rêxistinê destnîşan kir ku ji wan 5 kesên ku hatine revandin 2 kes ji wan hatine berdan, lê aqubeta 3 kesên din nayê zanîn.