Li nêzî balafirgeha Şamê ya navdewletî teqîn pêk hat

Ajansê diyar kir ku berbanga sibê teqînan rû daye.

Ajansa Sputnîk a Rûsyayê jî diyar kir ku moşekên asmanî yên Sûriyê bersiva êrişên ji aliyê başûrê welêt ve da.

Nûçegihanê ajansê ji çavkaniyeke meydanî ragihand ku balafirên asmanî hejmarek moşekên tê pêşbînkirin ku yên Îsraîlê ne û derdora balafirgeha Şamê ya navdewletî rûxandine, her wiha hejmareke moşekên ji sêgoşeya Sûriyê-Lubnanê bi Colana dagirkirî derketine û hewl dane li bejahiya başûrê Şamê noqteyên leşkerî bikin armanc, lê sîstema parastinê ya asmanî moşek rûxandin.

Her wiha çavkaniyeke ewlehiyê diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê li başûrê welêt hewl da bi moşekan noqteyeke leşkerî bikin armanc, lê sîstema parastinê ya asîmanî ya Sûriyê bersiva moşkekan da û li bejahiya başûrê Şamê anku beramberî Qinêtira xistin xwarê.

Di milekî din de artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Colanê li Sûriyê 4 moşek bi rêya pergala parastina asmanî (Quba El-Hedîtiyê) li derveyî Îsraîlê xistin xwarê.

Leave a Reply

Back to top button