Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku operasyona Hêzên hikumeta Şamê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de, vê sibê çeteyên DAIŞ’ê êrşî hêzên operasyonê kirin.
Di encamê de, efserekî hikumeta Şamê hate kuştin.
Heman demê, li herêma navborî balafirên Rusyayê cihên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin.



