Li Efrînê mal û milkên şêniyan bi zimanê çekê ji aliyê çeteyan tên desteserkirin.
Welatiyekî Efrînî tenê ji bo ku erdê xwe ji çeteyan vegerînê, divê 300 hezar dolarên Amerîkî weke fidye bide.
Ev erdê ku çeteyan destê xwe danîne ser, yê malbata kurd Axa ye û li nêzî gundê Robariya yê başûr rojavayê Efrînê ye.
Ji sala 2018 çeteyên ‘çeyş El-Şerqiyê’ erdê malbata Axa desteserkirin.
Çeteyan ji dema ku erd girtine û heta niha nahêlin ku nahêlin malbat erdê cwe vegerîne yan jî sûdê jê bigire.
Çavkaniyên nêzî malbata Axa ya li Efrînê ragihandin ku çeteyan di berdêla erd de 300 hezar dolarên Amerîkî xwestin.



