Li bajarê Bîel ê Swîsreyê ji bo boykotkirina malên Tirkiyê çalakiyek hat lidarxistin

Ji bo boykotkirina malên Tirkiyê li derveyî welat jî,çalakî tên li daxistin. Li bajarê Bîel a Swîsreyê li dijî komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Bakurê Rojhilata Sûriyê çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de banga boykotkirina malên Tirkiye jî hate kirin. 

Li bajarê Bîel a Swîsreyê bi pêşengiya komîteya piştevaniya bi Rojava re, li pêşiya istasyona navendî ya trenê çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakgeran xwepêşandaneke şanoyî ya bi navê “Kujer Erdogan” pêk anîn.

Di xwepêşandanê de bi zimanên Elmanî, Fransî û Îngilîzî daxuyanî hat xwendin û sûcên şer yên dewleta Tirk hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de weke helwesteke li dijî sûcên şer yên Tirkiye bang li gelê Kurd û dostên kurdan hate kirin ku malên Tirkiye boykot bikin û neçin Tirkiye.

Çalakî bi sloganên “Swîsre fînanse dike, Tirkiye Bombebaran dike”, “Kujer Erdogan” û “Ji bo betlanê neçen Tirkiyê, nebin şirîkê komkujiyê” bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button