Hêzên Kîevê, piştî şerê xwe yê dirêj yê li dijî Moskowê, êdî şer derbasî nava xaka Rûsyayê kiriye.
Li nava herêma Kursk a Rûsyayê, hêzên Ukrayna oparasyonên leşkerî pêk tînin.
Di moşeka li avahiyekê li herêmê ketî de, 13 kes birîndar bû.
Serokomarê Ukrayna Zelensky jî cara yekem qala hebûna hêzên wan li ser xaka Rûsyayê kir.
Ev 6 rojin hêzên Ukrayna li nava xaka Rûsyayê oparasyonan pêk tîne.
Oparasyon li herêma Kursk pêk tê.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku şevê din 14 balafirên bêmirov û 4 moşekên Ukrayna li herêma navborî hatine bêbandorkirin.
Rayedarên Rûsî yên li herêmê îdia kir ku di êrişa pêk hatî de, 13 kes birîndar bûne.
Li Kurskê rewşa awerte: Bêtirî 76 hezar kes hatin veguhestin
Waliyê Kurskê Aleksey Smirnov ferman da ku lez bidin derxistina sivîlên li herêma şer lê rûdide.
Li gorî çapemeniya Rûsî, hejmara kesên ku hatine veguhestin heta doh 76 hezar derbas kiribû.
Walî Smîrnov, ku berê gotibû rewşa li qadê “dijwar e”, rewşa awarte ragihand.
Rayedarekî payebilind ê ewlehiyê yê Ukraynayê ji ajansa nûçeyan a AFP’ê re diyar kir ku armanca wan bi vê oparasyonê re, hêzên Rûsya li herêmeke berfireh belav bikin e.
Rayedarê Ukraynayê got,
“Armanca me, em li herêmên berfireh yên Rûsyayê ku nikare sînorê xwe biparêze ziyanên mezin bidin ê.”
Artêşa Rûsyayê ragihand ku hezar leşkerên Ukraynayê beşdarî operasyona ketina hundirê xaka welat bûye.
Di ser şerê 24’ê Sibata 2022’an de, bi êrişa Rûsya li ser Ukraynayê despêkirî re, 2 sal û nîv derbas bûn.
Ji destpêka şer ve, operasyona Kurskê ya ji aliyê Ukraynayê ve pêk tê, weke êrîşa herî giran a li ser axa Rûsyayê tê dîtin e.
Zelensky: Me zext li êrîşkar kir
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di daxuyaniya xwe ya şevê din de, cara yekem behsa operasyona li Kursk kir.
Zelenskiy got, “Ukrayna îsbat dike ku dikare edaletê vegerîne û zexta pêwîst li ser êrîşkar bike.”
Şer bi kûrahiya 20 kîlometre li ser sînorê Ukrayna-Rûsya diqewime.
Li gorî pisporên leşkerî, Kîev bi pêngava xwe ya herî dawî Moskow di rewşeke neamade de zeft kiriye.



