Rojnamevan Pexşan Ezîzî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, got “Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî felsefeya jiyanê ye. Gel li dora vê felsefeyê civiya ye û divê ti carî destûr neyê dayin ku ev felsefe bê berevajîkirin.”
Rojnamevan Pexşan Ezîzî a li Îranê cezayê darvekirinê lê hat birîn û li girtîgeha Evînê tê girtin, bi boneya salvegera duyemîn ya serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ nameyek ji girtîgehê şand.
Pexşan Ezîzî destnîşan kir, ku wê sedsala 21’an bibe sedsala jinan û naveroka vê şoreşê wê Jineolojî pêş bixe ku weke zanista jinê tê zanîn û Rêber Abdullah Ocalan bi pêş xistiye wiha domand:
Heta wekeheviya jin û mêr neyê pêkanîn, behskirina kêfxweşiyê xapandin e.
Guhertina zayendperestiya civakê, li dijî zeyendperestiya ku bûye amûra desthilatê têkoşînek exlaqî-polîtîk e.
Şoreşa jinan ne çalakiyek reformê ye, çalakiyek radîkal, teorîk û zanistî ye.
“Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ne felsefeya mirinê, felsefeya jiyanê ye”
Pexşan Ezîzî destnîşan kir ku tunehesibandina jinê nêzîkatiyek îdeolojîk e û li dijî vê jî divê têkoşînek bi hêz ya îdeolojîk were meşandin û got:
Bi têkoşîna ku jin dimeşînin jiyanek li ser bingehê ‘Jin Jiyan Azadî’ encax bi rexnegiriyek xurt a li hemberî modernîteyê û van têgihan dikare bê avakirin.
Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ne felsefeya mirinê, felsefeya jiyanê ye.
Berdel çi dibe bila bibe divê destûr neyê dayîn ev felsefeya ku gel giringî dide wê û li dora wê kom bûye were berevajîkirin.
Nergîz Muhammedî: Îro dengê me hê bi hêztir derdikeve, em biryardariya xwe bihêz dikin.
Xwediya Xelata Nobela Aştiyê Nergîs Muhammedî bi peyamekê şehîdên serhildanê bi bîranî û xuyakirin ku di nava van du salan de di mirovan de bawerî, jiyan û civakê de guherîna mezin hîs dike û got:
Her çiqas ev guherîn ku hê jî rejîma Komara Îslamê hilneweşandibe jî, lê belê bingehê olperestiyê hejand.
Tevgera ‘Jin Jiyan Azadî’ rola gel a li hemberî rêveberiya zextkar ji nû ve penase kir û ferasetek nû ya ku di rejîma teokratîk de tirsê ava dike, ferz kir.
Rizgarbûna jinan ji zext û cûdakariyê, bihêzkirina hêza ku rê li ber demokrasî û aşitiyê vedike lazem e.
Nergiz Mihammedî dawiyê de bang li rêxistinên mafên mirovan û NY kir ku bêdengiya xwe ya li desthilata dijminatiya jinê dike bişkêşe û cudakariya zayendî wekî suc bihesibîne.



