Endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma got derbarê dûyemîn salvegera serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de axivî û got:”Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî‘ xwedî dîroka 30 salan e. felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ di esasê xwe de di Tevgera Azadiya Kurdistanê de ji salên 1980’yan ve heta niha heye û tê ser ziman.
Rêber Apo têgeha vê, rêxistinbûn û çalakiya vê bi pêş xist.
Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê jî bû îfadeya şênber a vê yekê.”
Endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma serhildana Jin Jiyan Azadî nirxand.
Zozan Sîma eşkere kir ji dema destpêkirina rejîma mola ya Îranê ve heta niha gel û jin her dem di nava berxwedanek de ne û got:
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berxwedan tu carî ranewestiya lê aliyekî cuda yê berxwedana ‘Jin Jiyan Azadî’ heye.
Zozan Sîma ragihand ku felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ xwedî dîrokek 50 salî ye û wiha domand:
Dirûşm û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ çalakiya wê, di esasê xwe de di Tevgera Azadiya Kurdistanê de ji salên 1980’yan ve heta niha heye û tê ser ziman.
Rêber Apo têgeha vê, rêxistinbûn û çalakiya vê bi pêş xist.
Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, bû îfadeya şênber a vê yekê.”
Zozan Sîma: Konfedralîzma Jinan ji bo me hemûyan mijareke jiyanî ye
Zozan Sîma pêşengtiya jinan ji serhildanê re û têkoşîna hevpar a gelên rojhilatê kurdistanê jî wiha vegot:
”Aliyê pir girîng ê serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ jî ew bû ku veguherîbû çalakiyeke civakî.
Ev tenê çalakiya jinan nebû. Jinan rê vekir ku hemû beşên civakê yên naxwazin bi vê pergalê re bijîn beşdar bibin.”
Endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma destnîşan kir ku divê ji bo konfederalîzma jinan nîqaşên xur bên kirin û gavên lezgîn bên avêtin û wiha bi dawî kir:
”Ev ji bo me hemûyan mijareke jiyanî ye.
Ger em bikaribin bi konfederalîzma jinan re hevgirtina gerdûnî tacîdar bikin, em ê bikaribin hêza veguherîna vê pergala serdest nîşan bidin.



