Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 şehîdan ku di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê ji gelê kurdistanê re sersaxî xwest û got:
“Hevrêyên me Azad û Harûn wê di nava têkoşîna me de timî bêne bîranîn.
Û emê meşa xwe ya Rêberê Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin da.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 şehîdan ku di êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê li ser şehîdan ev nirxandin kir:
HPG: Hevreyê me bûn mîlîtanê mînak yê xeta şerkeftinê
“Milîtanê Apoyî yê hêja hevrêyê me Azad li nava xelkê me yê welatparêz ê Efrînê mezin bû.
Di gerîlatiya xwe de bi fedakarî û dilsoziya bi nirxên azadiyê li pêşberî gelê me xwe berpirsyar dît û bênavber têkoşiya.
Li her qada têkoşînê bi kesayetiya xwe ya şoreşger xeta jiyana azad parast û wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bi cih anî.
Hevrêyê me bû mîlîtanê mînak yê xeta serkeftinê.
HPG: Hevreyê me Harûn wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bêkêmasî bi cih anî
HPG’ê li ser Şehîd Harûn jî wiha got:
“Hevrêyê me Harûn ku ji navçeya Gimgim a Mûşê ku yek ji navendên destpêkê yên civakîbûna têkoşîna me ya azadiyê ye berê xwe da çiyayên azad, tevlî nava têkoşîna hebûnê ya gelê me bû.
kelecana roja destpêkê ya li nava refên gerîla di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de dewam kir û tevlîbûneke bênavber pêk anî.
Li gelek qadên têkoşînê wezîfe kir, wezîfeyên xwe yên milîtaniyê bêkêmasî bi cih anî;
bi kesayetiya xwe ya durust, ji dil û têgihiştî têkoşiya û li nava hemû hevrêyên xwe bû cihê hurmetê.
HPG’ê herî dawî sersaxî ji malbat û gelê kurdistanê re xwes û soza tola hevrêyên xwe Azad û Harûn û di şexsê wan de tola hemû şehîdên xwe hilînin û meşa xwe ya Rêberê Azad, Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin da.
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Azad Efrîn
Nav paşnav: Rizgar Elî Hisên
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Elî
Dem û cihê şehadetê: 7’ê Tebaxa 2024 / Zap

Nasnav: Harûn Mîra
Nav paşnav: Rojhat Şahîn
Navê Dayikê: Gulbahar
Navê Bav: Abdulbakî
Dem û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2024 / Zap



