Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, tevî şandeyekê serdana gora Narîn Guran kir.
Li wir Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser pêvajoya qetilkirina Narînê û got:
Qewimandina vê bûyerê ku li Çûliyê pêk hatiye, nîşan dide ku ev der rûyek din ê dewletê ye.
Her wiha Tulayê îşaret bi embara çekan ku li gund hatine dîtin û pirs kir ku eleqeya vê yekê bi qetilkirina Narînê re çi ye?
Bi pêşengtiya Hevseroka Giştî Tulay Hatimogullari, şandeyeke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan serdana gora Narîn Guran kir.
Zaroka 8 salî Narîn Guran 21’ê Tebaxê li gundê Çulî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û cenazeyê wê 19 roj piştre li ber çemê gund di tûrikekê de hatibû dîtin.
Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re ya çûn ser gora Narînê kulîlk danîn.
Tulay Hatîmogullari: Kuştina Narîn Guran rûyek din ê dewletê ye
Di serdana gorê de Tulay Hatîmogûllari axivî û bal kişand ser pêvajoya qetilkirina Narînê.
Tulay anî ziman qewimandina vê bûyerê ku li Çûliyê pêk hatiye, nîşan dide ku ev der rûyek din ê dewletê ye û wiha got:
Leşker û polîsên vê dewletê ku xwedî wê derfetê ne û dikarin cînayeta herî kûr a mafyayê bi awayek profesyonel derxin holê lê cînayeta Narînê vedişêrin û dernaxin holê.
Di vê çarçoveyê de Tulay Hatimogullari got:
Doza Sûsûrlûkê çawa aşkere kiribû ku dewlet û mafya ketina nava hev û organizasyona qirêj derxistibe holê li vir jî qetilkirina Narînê li Çulî hêzên mîlîtarîst û polîtîkayên dewletê deşîfre kirine.
“Eleqeya embara çekan ku hat dîtin bi kuştina Narînê re çi ye?”
Bi domdarî Hevseroka giştî îşaret bi embara çekan ku li gund hat dîtin û ev pirs kir:
Ya ku tê xwestin were parastin ev depoya çekan e?
Li Kurdistanê wekî din çend depoyên çekan hene.
Têkiliya vê ya bi qetikirina Narînê re çi ye?
Kujer kî ne û çima tên parastin?
Tulay Hatîmgullari: Em ê heta dawî şopdarê dozê bin
Li ser van bingehan Hevseroka giştî a DEM Partiyê Tulay Hatiomgullari dawiyê destnîşankir ku heta kujerên Narînê derdikevin holê, û ev pirs bên bersivandin ew ê şopdarên dozê bin.
Piştî serdana gora Narînê şandeya DEM Partî çû baroya Amedê
Piştî serdana gora Narînê, Tulay û şandeya pê re ji bo têkildarî lêpirsînê agahiyan bigirin, çûn Baroya Amedê.
Şande ji hêla Serokê Baroyê Nahît Eren û endamên lijneya rêveberiyê ve hatin pêşwazîkirin.
Tulay Hatîmogûllari, li eywana civînan a Baroyê daxuyaniyeke kêm da.
Piştre jî hevdîtin ji çapemeniyê re girtî dewam kir û Tulay Hatîmogûllari têkildarî lêpirsînê hate agahdarkirin.



