Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê careke din welatiyek revandin.
Li aliyê din çavkaniyên xwecih ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk li hev ketine.
Çavkaniyên xwecih ragihandin ku li Efrîna dagirkirî welatiyê bi navê Xelîl Yusif Elî hatiye revandin
Li gorî agahiyan Xelîl Yusif Elî yê 43 salî ji gundê Basûtê ye.
Çavkaniyan da zanîn ku Elî beriya çend rojan ji Tirkiyê hatibû dersînorkirin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li Efrînê bi hev ketin
Li aliyê din dîsa li gorî çavkaniyên xwecih li Efîna dagirkirî tevliheviya di navbera çeteyên dewleta Tirk de zêde bûne.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku piştî ku dewleta Tirk biryara jihevxistina çeteyên “Siqûr El Şamal” daye, serfeberî heye.
Hat diyar kirin çeteyên navborî ev biryara dewleta Tirk red kiriye û bi çeteyên Hemzat û El Emşat re li gundên Efrînê bi hev ketine.
Li Efrîna dagirkirî 3’ê welatî ji aliyê dewleta Tirkê ve hatin revandin



