Dewleta Tirk û çeteyên wê 3’ê welatiyên kurd revandin di nav de jinek.
Malpera Afrîn News 24 ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 welatiyên Kurd revandin.
Li gorî Malperê, welatî Mihemed Reşîd Reşo 60 salî, hevjîna wî Mewlûda Reşo a 58 salî ji navçeya Jenderesê û Mihemed Xelîl yê 40 salî jî xelkê gundê Kefr Sefra.
Welatî bi hincetên pûç û bê bingeh tên revandin.
Armanca sereke ya revandina wan jî, girtina fidye ji malbatan e.
Li Ezazê zarokekî 15′ salî hat revandin
Li Ezaza dagirkirî jî 9’ê Îlonê Mistefa Felah yê 15’e salî ji aliyê çeteyên “Cebhet El Şamiye” ve hate revandin.
Heta niha jî çarenûsa Zarokê 15 selaî ne diyar e.
Bi van sûcên kuştin, revandin, talankirin, desteserkirina mal û milkên welatiyan rewşa herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin li ber çava ye, lê her kes bêdeng e.



